Hesina (Kejal) Vetenpûr bo birêveçûna cazaya girtîgehê bo girtîgeha Îlamê veguhastin

23:23 - 31 Kanûna Paşîn 2023

Roja Şemî 8`ê Rêbendanê, Hesina (Kejal) Vetenpûr, şivêrmenda maf û çalakvana mafê jinan bo birêvebirina cezayê hepsê bo girtîgeha Îlamê veguhastin.

Ew çalakvana mafê jinan ji aliyê taya 3`ê ya dadgeha Şoreş a Îlamê bi salek girtîgeha te`izîrî, 6 meh girtîgeha ragirtî, betalkirina pasaportê û 1100 demjmêr şivêrmendiya maf bi bê beramber hatiye cezakirin.

Dadgehê Hesina (Kejal) Vetenpûr ku di hewzeya jinên tundûtîjî dîtî de çalak e, bi “propagende li dijî nizamê, kombûn û tebanî li dijî ewlehiya navxwe û derve û herwisa alozî di nezima giştî de” tohmetbar kiribû.

Herwisa dadgehê tohmetên weke “endambûn di yek ji partiyên Kurdî de, lîderiya xwenîşanderan û bêrêzîkirin bi rêberê hikûmeta Îranê” ji wê welatiya Kurd, lêborîne.

Cezaya dadgeha destpêkî ya wê çalakvana mafê jinan li dadgeha pêdaçûnê de her weke xwe hatiye pejrandin û navbirî di heyama dewrên dadgehê de ji mafê destpêragihştin bi parêzerê destnîşankirî bê par bûye.

Hesina (Kejal) Vetenpûr roja Çarşemî 31`ê Xermananê di pêvajoya xwenîşandanên Îlamê de ji aliyê îtla`ata Spahê ve bi lêdan û azar danê, hatibû binçavkirin û bo girtîgehê veguhastibûn.

Herwisa di dema binçavkirina navbirî de, hêzên serkutker bi batom û qundaqên çekê li navmil, dest, û derbên pey hev li kêleg û zarokdana wê xistibûn.

Her di vê pêwendiyê de, telefon, karta pênase û karta hesaba bankî ya wê welatiya Kurd di dema binçavkirina wê de ji aliyê hêzên ewlehî û serkutker ve dest bi ser de hatiye girtin.

Ew şivêrmenda mafî piştî bidawîbûna dewrên lêkolînê û îşkenceyên tund, ji bo vergirtina îtrafên bizorê li girtîgeha îtla`ata Spahê bo benda Nisivana girtîgeha navendî a Îlamê veguhastine û li rêkevta 24`ê Xezelwerê bi danîna barmteyê û kefaletê hatiye azadkirin.

Hesina (Kejal) Vetenpûr, temen 29 saliye û xelka bajarê Gêlanxerba ser bi parêzgeha Kirmaşanê ye.