Sine: Kejal Xalidiyan piştî gazîkirin bo îdareya Emdakinê hat binçavkirin

16:31 - 31 Kanûna Paşîn 2023

Roja Sêşemî 8`ê Rêbendanê, welatiya Kurd ya bi navê “Kejal Xalidiyan” a xelkê bajarê Sine, piştî gazîkirin bo îdareya Emakin a wî bajarî hat binçavkirin û bo cihek nexuya veguhastine.

Ew welatiya Kurd, piştî binçavkirinê ji mafê destpêragihîştin bi parêzer û hevdîtin digel malbatê bê par bûye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên ku li dijî xatûna Xalidiyan hatine sepandin ti zanyariyek ber dest nine.