Kamêran: Jinek bi gulleyan ji aliyê hevjînê berê yê xwe ve hat kuştin

16:30 - 31 Kanûna Paşîn 2023

Roja Sêşemî 11`ê Rêbendanê, demjmêr 11:00 paşnîvro, jina ciwan a bi navê “Rizwan Nedîmî” û keça Mehmûd a xelkê gundê “Zîviye” yê ser bi bajarê Kamêranê bi teqeya gulleyan ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin.

Pêka gotina çavkaniyeke haydar, Adil Ferecêlahî, hevjînê berê yê Rizwanê, du salan berî niha ji Rizwana hevjîna xwe cuda bûye.

Herwisa wê çavkaniya haydar ev yek jî zêde kiriye ku, Rizwan Nedîmî bi teqekirin ji ser, zik û pêyên wê hatiye kuştin.

Wê çavkaniya haydar di berdewamiyê de got: Termê Rizwan Nedîmî bo nexweşxaneya Sîna ya Kamêranê hatiye veguhastin û heta niha radestî malbatê nehatiye kirin.

Rizwan Nedîmî temen 26 salî bû û xwediyê keç û kurekê bû.