Canê Musilêm Ce`iferî Remştî (Helo) di odeya takekesî ya girtîgeha Êvînê de di mestirsiyê de ye

16:18 - 31 Kanûna Paşîn 2023

Tevî derbasbûna heyama 4 meh û 20 rojan li ser binçavkirina Musilêm Ce`iferî Remştî, lêhatîtirîn ekterê fîlma “Erdên pîs” a festîvala fîlam Dihokê ku li Herêma Kurdistana Îraqê hat lidarxistin, navbirî tevî hebûna rewşa xirab a tendrustî û îşkenceyên zêde li odeya takekesî a girtîgeha Êvînê de tê ragirtin û bi sebeba pêranegihîştinên pîzişkî canê wî li metirsiyê de ye.

Pêka gotina çavkaniyeke haydar di hevpeyvîn digel “Kurdpa”yê de gotiye: Musilêm Ce`iferî Remiştî naskirî bi Helo Ce`iferî Remştî, li rêkefta 20`ê Banemera sala 1401`an, li gundê “Tirsava” ya ser bi bajarê Xoyê, bi bê nîşandana belgeya yasayî demjmêr 5:00 serspêdeyê ji aliyê hêzên ewlehî yên çekdar ku 10 maşîn bûn bi zorê û lêdanên tund, û bi bê îzindana jixwe kirina kinc û pêlavan, navbirî heta nav maşîn li ser rûyê erdê xişkandine û binçavkirine.

Navendên ewlehî di dema binçavkirina navbirî de, tev kelûpelên wî yên weke, mobaîl û centeyên wî digel xwe birine.

Ji îşkencekirin û nehiştina pêragihîştinên pizîşkî heta pêşîgirtina li dermankirina Helo Remştî ji aliyê malbatê ve

Vê çavkaniya haydar ji “Kurdpa”yê re ragihandiye; Malbata Ce`iferî Remştî heta 100 rojan ti zanyariyek li derheq qedera wî de tunebûne û heta demaku Muslim di pêwendiyeke telefonî de bi malbata xwe re radighîne ku, li benda 209 a girtîgeha Êvînê de hepsiye.

Ce`ifrî Remiştî di tevahiya heyama binçavkirinê de bi bê destpêragihîştin bi parêzer, pêwendiya telefonî û hevdîtin digel malbata xwe di yek ji odeyên takekesî yên girtîgeha Êvînê de binçavkirî bûye. Herwisa çavkaniya haydar di vê derheqê de ji “Kurdpa”yê re ragihandiye ku: Ce`iferî Remştî bigiştî ji mafê hevdîtinê bê par e, û tenê carekê li rêkevta 1`ê Rêbendana sala 1401`an bi danîna barimteya Yek milyard Tumenî ji aliyê taya 7 a Lêpirsê dozgeriya Êvînê bi sebeba rewşa xirab a tendrustiyê, navbirî bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin û tenê endameke malbatê kariye wî bibîne.

Vê çavkaniya haydar tevî îşarekirin bi îşkencekirina Ce`iferî Remştî dibêje, navbirî ji ber çilkkirina tund a dest û guçikan zehmetiyan dibîne û çilkirina destê wî bi qasekêye ku gihîştiye ser hestiyan û di hevdîtina malbata wî li nexweşxaneyê de, ji wî re îzin nehatiye danê da ku li derheq rewşa tendrustî û belaya ku anîne serê wî, biaxive.

Rewşa xirab a tenrustiya Helo Ce`iferî Remştî bi awayekî ye ku di heyama çend rojên derbasbûyî de piştî hevdîtinê, li girtîgehê digel malbata wî pêwendî hatiye girtin û ji wan re daxwaza hatiye kirin ku dibe heta 7 milyard Tumenî(Du milyar Tumenî bi nexdî û ya din jî sened) radestî navendên pêwendîdar bikin da ku malbat bixwe pêragihîştinên hewce yên pîzişkî encam bide, lê malbatê şiyana dana ewqas pereyî nine.

Pêka gotina vê çavkaniya haydar, niha malbata Muslêm nîgeranê rewşa tendrustiya wî li girtîgeha Êvînê de ye, ji ber ku bi sebeba pêranegihîştinên pîzişkî û ji aliyek din ve jî nehiştina çareserkirina dermanî ji aliyê malbatê ve, tevî biryara dana pere û danîna barimteya bi qasî 7 milyar Tumenî, navedên ewlehî hewl didin ku di hergera can jidest dana Ce`iferî Remştî de, xemsariyên malbatê rabigihînin û bêjin malbata wî haydar bûye lê, bo dermankirina kurê xwe ti karek encam nedane.

Bi sebebên çûna Helo Ce`ifrî Remştî bo Ewropayê heta dest kêşana fermî ya wî ji endametiya rêberiya PAKê û pêka gotinên kesên nêzî Remştî;

Ce`iferî Remştî li temenê 18 saliyê de endamê Partiya Azad a Kurdistanê bûye û piştire navbirî dibe yek ji endamên rêberatiya vê partiyê, lê li sala 2017`an bi sebeba nakokiyên micid digel serokê partiyê bi awayê fermî dest ji vê partiyê ber dide û piştî cuda bûn ji PAKê ji sala 2017`an şûnda ti çalakiyek siyasî û leşkerî nebûye û mejûlî karê hunerî li Herêma Kurdistanê bûye.

Lîstina wî di fîlma “Erdên pîs” de ya li derheq bêbandorkirina mîn û bombeyên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine çandin, ku di Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Dihokê ya salane de li Herêma Kurdistana Iraqê tê nîşandan, yek ji baştirîn berhemên Remştî ye û wek baştirîn lîstikvanê vê festîvalê jî hat hilbijartin.

Ce`iferî Remştî di dema endametiya xwe di (PAK)ê de û di berxwedana li hember êrîşa DAIŞê bo ser Îraq û xaka Herêma Kurdistanê de, yek ji destên xwe li enîşkê de ji dest dide.

Pêka çavkaniya haydar a “Kurdpa”yê, Ce`iferî Remştî piştî cudabûn ji PAKê, mijûlî karê xwe yên hunerî û jiyana xwe dibe û debara jiyana xwe bi karkirina di kompanyayan de û piştire vekirina dukanekê dabîn dike. Lê ji ber rewşa nebaş a jiyanê û dûrxistina ji kar ji ber pirsgirêkên ku partiya navbirî jê re çêkiribûn, carekê hewl da bi rêya Herêma Kurdistanê biçe Ewropayê û li bajarê Wanê ya Tirkiyê hat girtin û vegeriya Herêma Kurdistana Iraqê. Ji bo cara duyemîn hewl da ji Îranê derkeve, lê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin.

Vê çavkaniya haydar bi “Kurdpa” re ragehandiye ku, tevî ku medyayên ser bi hikûmetê wek “Tesnîm” û “Akam News” nûçeya desteserkirina wî wek “endamekî naskirî û diyar yê komîteya serkirdatiya Partiya Azadiya Kurdistanê” belav dikin. "Lê ne tenê Helo Remştî ji ber nakokiyên cidî dest ji partiya navbirî berdaye û ti pêwendiya wî bi wan re nine, lê belê endamên malbata Remştî û Remştî bi xwe jî gelek li dijî wê yekê ne ku vê partiyê navê wî xirab bikar bîne."

Givaşên li ser malbatê û girtina endamên malbata Helo Ce`iferî Ramştî;

Herwisa vê çavkaniya haydar derbarê givaşên li ser malbata Ce`iferî Remştî de dibêje, di dema binçavkirina Helo Ce`iferî Remştî de, birayê wî Muslh Ce`iferî Remştî du caran ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye girtin.

Muslh Ce`iferî Remştî bo cara yekê di 5`ê Rezberê heya 29`ê Rezbera sala 1401`an û bo cara duyem jî li 9`ê Sermawezê heya 17`ê Sermaweza sala 1401`an ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li mala xwe li Sine hatibû girtin û bo navenda îtla`ata vî bajarî hatibû veguhastin. Navbirî di girtîgeha îtila`ata Sine de di pêwendî digel birayê xwe de û amranca zivrîna wî bo Îranê û çûna wî bo Ewropayê û herwisa mejûlî kar li dukana birayê xwe li Hewlêrê de berî binçavkirina Helo Remştî lêkolîn jê kiribûn û bi givaş xistinê ji bo alîkarîkirinê, ku her sûçek li dijî birayê wî Muslh Ce`iferî Remştî weke tohmeta alîkarîkirin digel “girûpên terorîstî” dê bê darizandin. 

Di berdewamiya givaşên li ser birayê Helo Ce`iferî Remştî de, niha Muslh Ce`iferî Remştî jî çûna wî bo derveyî welat hatiye qedexekirin û gelek caran bi wergirtina sonznameya nivîskî gef jê xwarin ku li derheq binçavkirina birayê xwe de nabe digel ti aliyekê biaxive..

Çavkaniya haydar ya “Kurdpa”yê dibêje, di berdewamiya givaşên li ser malbata Ce`iferî Remştî de her dem îmkana binçavkirina dubareya birayê wî heye.

Muslh(Helo) Cei`ferî Remştî, kurê Mehmûd û Mêhnûş Rehîmî, û jidayîkbûyê 8.11.1362`an li gundê Remşt yê ser bi bajarê Sine ye û navbirî xêzandar e.

Niha dosyeya Helo Ce`iferî Remştî li taya 7 a lêpirsîna dozgeriya Êvînê de ye û tohmetên ku li dijî navbirî hatine sepandin wihane, “17 sal çalakiyên leşker û endamê rêberiya girûpa terorîstî ya li dijî rejîmê” ye.

Berhevkar: Evîn Mistefazade