Sê mamosteyên Olî yên din yên Kurd bi sebeba piştevanîkirin ji xwenîşandanan hatin gazîkirin

10:02 - 31 Kanûna Paşîn 2023

Roja Dûşemî 10`ê Rêbendanê, mamoste Esed Hesenî pêşnimêjê gundê Xorinc û mamoste Farûq Yûsifî, pêşnimêjê gundê Kelkîn, bo îdareya îtla`ata bajarê Pîranşarê hatin gazîkirin û lêkolîn ji wan kirin.

Hevdem digel gazîkirina wan her du mamosteyên Olî, mamoste Resûl Ehmednijad pêşnimêjê gundê Baliqçî yê ser bi bajarê Nexedê jî, bo îdareya îtila`ata wî bajarî hat gazîkirin.

Ew 3`ê mamosteyên Olî yên Kurd bi sebeba piştevanîkirin ji xwenîşandanên xelkê û vajokirina daxuyaniya zanayên Olî yên Kurd ya li derheq piştevanîkirin ji xwenîşandanan, bo îdareya îtila`atê hatine gazîkirin.

Ew 3`ê mamosteyên Olî yên Kurd piştî çend demjmêran lêkolînkirinê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine azadkirin.

Wêne ji aliyê rastê bo çepê ve: Mamoste Farûq Yûsifî, mamoste Resûl Ehmednijad û mamoste Esed Hesenî