Urmiye: Mamosteyê Olî mela Rehmet Nisûhî hîn jî binçavkiriye

18:02 - 30 Kanûna Paşîn 2023

Mamoste Rehmet Nisûhî temen 45 salî û xelkê bajarê Mehabadê, tevî derbasbûna 72 rojan li ser dema binçavkirina wî de, heta niha li girtîgehê de ye.

Pêka gotina çavkaniyeke haydar, ew mamosteyê Olî yê Kurd di heyama binçavkirinê de, ji mefê destpêragihîştin bi parêzer û hevdîtin digel malbatê  bê par bûye.

Herwisa vê çavkaniya haydar zêde jî kiriye ku: Mamoste Rehmet piştî binçavkirinê ku ev zêdeyî mehekê ye bi ser de derbas dibe heta digel malbata xwe pêwendiya telefonî tune bûye.

Her di vê pêwendiyê de vê çavkaniya haydar ragihandiye, ev mamoseteyê Olî, di girtîgeha îdareya îtila`ata bajarê Urmiyê de di bin lêkolînan de ye û li derheq qedera wî ti zanyeriyek ber dest nine.

Mamoste Rehmet Nisûhî, li rêkefta 28`ê Xezelwera îsal li xala lêgerîn ya bajarê Bokanê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye binçavkirin.

Heta niha ji sebeb û tohmetên ku li dijî wî mamosteyê Olî yê Kurd hatine sepandin ti zanyariyek ber dest nine.