Sine: Binçavkirina du mamosteyên Olî ji aliyê hêzên ewlehî ve

18:01 - 30 Kanûna Paşîn 2023

Roja Duşemî 10`ê Rêbendanê, mamoste Luqman Emînî pêşnimêjê mizgefta Cam`I a Çaryarnebî ya bajarê Sine û mamoste Îbrahîm Kerîmî Nene, pêşnimêjê mizgefta Cam`I a gundê Nene yê girêdayî bajarê Sine, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.

Ev her du mamosteyên Olî yên Kurd, bi bê hebûna belgeyên yasayî li ser rêya Merîwanê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin û piştire bo cihek nexuya hatine veguhastin.

Herwisa hêzên ewlehî piştî binçavkirina mamoste Îbrahîm Kerîmî Nene, êrîşî ser mala wî kirine û mala wî lêkolîn kirine.

Mamoste Îbrahîm Kerîmî Nene bi sebeba berevanîkirin û piştevanîkirin ji meşên nerizayetî yên xelkê serhildêr, ji bo rojên Yekşemî 16`ê Rêbendanê û Sêşemî 18`ê Rêbendanê bo dadgeha Taybet a Rûhaniyet a bajarê Hemedanê hatine gazîkirin.

Heta belavbûna vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirin û qedera wan her du mamosteyên Olî yên Kurd, ti zanyariyek ber dest nine.