Pejrandina cezayê hepsa Kyomers Va`izî li dadgeha pêdaçûnê de

12:02 - 30 Kanûna Paşîn 2023

Cezayê hepsa Kyomers Va`izî mamosteyê xelkê bajarê Sunqirs û Kiliyayî a ser bi parêzgeha Kirmaşanê li dadgeha pêdaçûnê de her weke berê hat pejrandin.

Wî mamosteyî bi belavkirina peyameke vîdyoyî li ser rûpela tora civakî ya înstgrama xwe ragihandniye ku, digel hebûna 27 salan derbasiya kar, pêka dengê heyeta binpêkirinê, bi neçarî hatime malnişînkirin.

Wî her wiha got: Li kuderê cîhanê welatiyek ku tenê di qada torên civakî de çalak bûye ji hemû aliyan ve bi tundî digel de reftar tê kirin.

Herwisa wî mamosteyî gotiye: Ez ne li ser şeqaman bûme da ku bi afirandina aloziyan min tometbar bikin û ji me re bibêjin çawa û li kuderî xwenîşandanan qebûl dikin.

Li gorî gotina Va`izî, di rojên bê de navibrî ji bo cîbicîkirina cezayê wî bo girtîgeha Senqerê dê bangî bikin.

Kyomers Va`izî kurê Husên, bi tohmeta “propaganda dijî hikûmetê” û “xapandin û handana xelkê” ji aliyê taya 2 a dadgeha Şoreş a bajarê Kirmaşanê ve, bi 5 sal girtîgehê hat cezakirin.

Civîna dadgeha vî mamosteyî roja 24`ê Xezelwerê, li taya 2 a dadgeha Şoreş a Kirmaşanê bi serokatiya dadwer Mesûd Nûrî hatibû lidarxistin.

Ev mamosteya di meha Rezbera îsal de ji aliyê hêzên ewlehî ve di mala xwe de hatibû binçavkirin û piştî derbasbûna 28 rojan li ser binçavkirinê de, roja 14’ê Xezelwerê ji girtîgeha Dîzilava Kirmaşanê hatibû berdan.