Bokan: Sirûş Moînîfer bi derbên qamçî û girtîgehê hat cezakirin

11:34 - 30 Kanûna Paşîn 2023

Pêka rapora Nûçegihaniya “Hirana”yê, Sirûş Moînîfer welatiyê Kurd yê xelkê bajarê Bokanê ji aliyê taya 110 a dadgeha keyferî ya 2 a wî bajarî ve, bi derbên qamçî û girtîgehê hat cezakirin.

Pêka cezayê ku berê ji aliyê taya 110 a dadgeha keyferî a 2 ya bajarê Bokanê ve ji Moînîfer re hatibû ragihandin, navbirî bi tohmetên “propagende li dijî nizamê, alozî di nezim û ewlehiya giştî de û belavkirina nûçeyên derev”, li ser hev bi sê sal girtîgeh û 40 derbên qamçiyê hatiye cezakirin.

Pêka madeya 134 a cezayê ya yasaya Îslamê, tundtirîn ceza wate salek girtîgeh dibe derbas bike.

Herwisa civîna lêkolîn li derheq tohmetên wî welatiyê Kurd, li rêkefta 28`ê Befranbara îsal hatiye lidarxistin.

Sirûş Moînîfer li rêkefta 11`ê Xezelwerê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û piştî derbasbûna du rojan li ser binçavkirinê de, bo girtîgeha wî bajarî hatibû veguhastin.

Di dawiyê de, navbirî li rêkefta 5`ê Sermawzê bi danîna barimteyê bi awayê demkî û heta bidawîhatina dewrên dadgehê ji girtîgeha Bokanê hatibû azadkirin.