Îlam: Firşte Mensûrî bi 6 meh girtîgehê hat cezakirin

11:07 - 30 Kanûna Paşîn 2023

Firşte Mensûrî, serhildêra Kurd a xelkê bajarê Îlamê, ji aliyê taya 6 a dadgeha pêdaçûnê ya wî bajarî, bi 6 meh girtîgehê hat cezakirin.

Herwisa Firşte Mensûrî tevî hebûna zarokek sava û serpeşta malê, dadgeha pêdaçûnê ya bajarê Îlamê, bi bê lêkolînkirin û îzin nedana bona destpêragihîştin bi parêzer bo berevanîkirin ji xwe, bi 6 meh girtîgehê cazakiriye û ragihandiye jî ku dibe ev cezaya birê ve here.

Herwisa ew jina Kurd ya nerazî, ji aliyê taya 1 a dadgeha Serable ya bajarê Îlamê, “Alozî di nizama ewlehiya giştî de, bêrêzîkirin bi rêberê Komara Îslamî û kombûn û tebanî li dijî ewlehiya navxwe”, tohmetbar kiriye û pêka madeya 134 a yasaya cazaya Îslamê bi 3`ê sal û 6 meh girtîgeh ceza kiriye.

Firşte Mensûrî li rêkefta 1`ê Xezelwerê di pêvajoya nerizatiyên li Îlamê, ji aliyê hêzên ewlehî û serkutker yên hikûmetê ve hatibû binçavkirin û piştî derbasbûna du hefteyan binçavkirinê, bi danîna barimteya bi qasî 550 milyon Tumenî bi awayê demkî hatibû azadkirin.

Herwisa ew welatiya Kurd, li sala 1388`an jî li bajarê Tewrêzê ji aliyê hêzên ewlehî yên hikûmetê ve hatibû binçavkirin û bo heyama dewreyekê ji xwandinê hatibû bêparkirin.

Navbirî di pêvajoya nerizayetiyên sala 1398`an de jî hatibû binçavkirin û li îdareya îtila`ata Spahê ya li bajarê Serableyê de di bin givaşan de neçar bi nivîsîna tobenameyê kiribûn.