Mehabad: Hamid Kamdij girtiyê Kurd çarenivîsa wî nexuya ye

10:23 - 30 Kanûna Paşîn 2023

Ham Kamdij kurê Vahid û xelkê gundê “Îndirqaş”yê ser bi bajarê Mehabadê, tevî derbasbûna 12 rojan li ser binçavkirina wî de, heta niha di girtiyê de ye.

Ew welatiyê Kur heta niha di heyama binçavkirinê de ji mafê destpêragihîştin bi parêzer, pêwendiya telefonî û hevdîtin digel malbata xwe bê par bûye.

Pêka gotina çavkaniyeke haydar, malbata wî welatiyê Kurd li derheq cihê ragirtin û qedera wî de jî, haydar nin.

Li rêkefta 28`ê Befranbarê, Hamid Kamdij, bi bê belgeyên yasayî li mala xwe de hatiye binçavkirin û bo cihek nexuya veguhastin e.

Heta belavbûna vê nûçeyê li derheq sedem û tohmetên ku li dijî wî welatiyê Kurd hatine sepandin ti zanyariyek ber dest nine.