Endama Encumena Çandî û Civakî ya Nojînê hate girtin

10:15 - 30 Kanûna Paşîn 2023

Roja Yekşemî 9ê Rêbendana 1401an a Rojî, Sirwe Pûrmihemedî, Endama Encumena Çandî û Civakî ya Nojînê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin û bo cihek nediyar hate veguhestin.

Ew welatiya Kurd li dema lipeykevtina rewşa endamên Encumena Çandî û Civakî ya Nojînê yên girtî li dadgeha Şoreşê ya Sinê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye girtin.

Roja Çarşemî 28ê Befranbara 1401an a Rojî, Endamên Desteya Birêveberiya Encumena Çandî û Civakî ya Nojînê, Soma Pûrmihemedî û Seywan Îbrahîmî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne girtin.

Herwiha roja Yekşemî 27 Sermawezê jî, çalakvanê medenî û endamê Desteya Birêveberiya Encumena Çandî û Civakî ya Nojînê, “Îdrîs Minbarî” ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin.