Mojgan Kawûsî bi danîna barimteya sê miliyard Tumenî hate berdan

11:28 - 4 Kanûna Paşîn 2023

Roja Sêşemî sê Befranbara 1401an a Rojî, Mojgan Kawûsî, çalakvana mafê ziman û etnîkî ya xelka bajarê Kelardeşta Mazenderanê piştî derbaskirina 104 roj girtîgeha demkî bi danîna barimteya 3 miliyard Tumenî ji girtîgeha Qaimşehirê hate berdan.

Mojgan Kawûsî ji aliyê taya 1 a Dadgeha Înqilab a bajarê Sarî bi tohmeta “kombûn û nearamî li dijî ewlehiya netewî” bi 39 meh girtîgeh û bi tohmeta “bêrêzî bi rêberî” û “çalakiyên propagandeyî li dijî nizamê” bi 15 meh û rojek girtîgehê hatibû cezadan û ji tohmeta “êfsad fî erz”ê bêtawan hatibû nasandin.

Mojgan Kawûsî berê jî bi girtîgehê hatiye cezadan û navbirî heta niha çendîn caran hatiye dadgehîkirin û tohmetên cuda bi ser de hatine sepandin.