Welatiyek bajarê Qurwê hate binçavkirin

10:18 - 28 Kanûna Paşîn 2023

Roja Çarşemî 5ê Rêbendanê, welatiyek Kurd yê bi navê “Kejwan Qadirmerzî”, yê xelkê bajarê Qurwe, ji aiyê hêzên ewlehî ve hate girtin û bo cihek nexuy hate veguhastin.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ew welatyê Kurd girtine.

Birayê “Kejwan Qadirmerzî” yê bi navê “Mêhrdad Qadirmerzî” ku pêşîneya karî wî bernamenivîsî ye, roja Duşemî 12ê Befranbara 1401an a Rojî, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin û ji bo lêkolînê bo îdareya Îtilaata Sinê hatibû veguhastin.

Hêzên ewlehî di dema binçavkirina “Mêhrdad Qadirmerzî” de, dest bi ser hin kelûpelên wî yên şexsî ji wan leptap, telefona şexsî, telefona bav û birayê wî û maşîna wan ya şexsî de girtine û digel xwe birine.