Tohmetên wêneger Gelawêj Ehmedî, jê re hatine ragihandin

09:59 - 28 Kanûna Paşîn 2023

Tohmetên ku bi ser Gelawêj Ehmedî, çalakvana medenî, wêneger û birêvebera atoliyeya “Ejîn”ê de hatinî sepandin, roja Çarşemî 5ê Rêbendana 1401an a Rojî, di taya du ya lêpirsîna dadgeha giştî û Înqilaba Sineyê de jê re hate ragihandin.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, taya du ya lêpirsîna dadgeha giştî û Înqilaba Sine, bi serokayetiya “Fariyabî”, ew wênegera Kurd bi “hewldan li dijî ewlehiya netewî, belavkirina tiştên direw û pêwendîgirtin digel medyayên dijber” hatiye tohmetbarankirin.

Roja Yekşemî 1ê Rêbendana 1401an a Rojî, demjimêr 11 sibêdehê, hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran, êrîşê ser atoliyeya “Ejîn”ê li bajarê Sinê kirin û wan tevî xisargihandin bi kelûpelên Atoliyeyê, bi şêweyek xirab û hovane digel personelên atoliyeyê û Gelawêj Ehmedî reftar kirine.

Di heyama salekê de, eva cara duyê ye ku hêzên Spaha Psdaran êrîşê ser atoliyeya Ejînê dikin û hewla jinavbirina kelûpelên wê didin.