Li bajarê Kamêranê welatiyek Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin

17:36 - 27 Kanûna Paşîn 2023

Roja Pêncşemî 29ê Befranbarê, welatiyek Kurd ê bi navê “Ehmed Babaxanî” yê xelkê bajarê Kamêranê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, hêzên ewlehî bê nîşandana ti belgeyeke yasyaî êrîş kirine ser mala wî walatiyê û ew binçav kirine.

Herwisa wê çavkaniyê gotiye: “Ehmed Babaxanî piştî binçavkirinê bo cihek nexuya hatiye veguhastin”.

Heta niha lipeykevtinên malbata “Babaxanî” bo agehdarbûn ji qedera wî bê encam bûye.

Heta belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmetên sepandî li dijî “Ehmed Babaxî” ti zaniyariyek li berdest nîne.

“Ehmed Babaxanî” birayê “Mûsa Babaxanî” yê çalakvanê siyasiyê Kurd e ku li meha Gelawêja sala 1400an a Rojî de li hotela “Gul Silêmaniyê” li bajarê Hewlêrê ji aliyê kesên girêdayî Komara Îslamiya Îranê ve hatibû terorkirin.