Li Mihabadê sê welatî hatine binçavkirin

10:58 - 27 Kanûna Paşîn 2023

Di heyama çend rojên borî de, sê welatiyên Kurd yên bi navên “Eskender Berderîz, Şehram Elîxanî û Xelîl Emînî” yên xelkê bajarê Mihabadê ji aliyê hêzên ewlehî yên hikûmeta Îranê ve hatine girtin.

Hêzên ewlehî bi bê belgên yasayî, ev sê welatiyên Kurd binçav kirine û ji çarenivîsiya wan ti zanyariyek ber dest nîne.

Ev sê welatiyane di dema binçavkirinê de ji destpêragihîşin bi parêzer û hevdîtin digel malbatên xwe hatine bêparkirin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê ji sedem û tohmetên ku bi ser wan sê welatiyên bajarê Mihabadê de hatî sepandin ti zanyariyek ber dest nîne.