Li Şinoyê zarokek 14 salî ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin

10:57 - 27 Kanûna Paşîn 2023

Roja Pêncşemî 6ê Rêbendana 1401an a Rojî, zarokek temen 14 salî û yê bi navê “Komar Şabûyî”, kurê Siyamend û xelkê bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin û bo cihek nediyar hate veguhestin.

Hêzên ewlehî bi bê belgên yasayî, ev zaroke di oda malbata wî de binçav kirine.

Di dema girtina vî zarokî de hêzên ewlehî dest danîn ser telefon û hin kelûpelên şexsî yên endamên malbata wî û bi xwe re birin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê ji sedem û tohmetên ku bi ser wî zarokî de hatine sepandin ti zanyariyek ber dest nînin.