Li pîranşehrê welatiyek Kurd hate birîndarkirin

11:43 - 26 Kanûna Paşîn 2023

Roja Çarşemî 5ê Befranbara 1401an Rojî, welatiyek Kurd yê bi navê “Husên Pêtrûsî” yê xelkê Pîranşehrê li ser sînorê vî bajarî bi sedema gullereşandina hêzên leşkerî yên hikûmetê hate birîndarkirin.

Hêzên leşkerî bi bê agehdarkirina berê û bi şika hebûna tiştên qaçax, ew welatiyê Kurd di bilindahiya “Qendîl”ê de dane ber gulleyên rasterast.

Ew welatiyê Kurd ji bo tedawiya pizîşkî bo navenda dermanî hatiye veguhastin.