Welatiyekî Kurd li bajarê Serdeştê hat binçavkirin

10:18 - 25 Kanûna Paşîn 2023

Roja Sêşemî 4ê Rêbendanê welatiyekî Kurd yê bi navê “Osman Perdedar” xelkê bajarê “Serdeşt”ê ji aliyê hêzên ewlehî  yên hikûmeta Îranê ve li wî bajarî hat binçavkirin û bo cihek nexuya hat veguhastin.

Çavkaniyek haydar daye zanîn ku, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî êrîşkirine ser mala wî welatiyê Kurd û navbirî binçavkirine.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê ti zaniyariyek li derheq qedera wî û tohmetên ku li dijî hatinî sepandin ji ber dest nîne.