Saman Nebî Girosî li girtîgeha Kerecê hat îdamkirin

10:08 - 25 Kanûna Paşîn 2023

Roja Dûşemî 3`ê Rêbendana 1401`ana Rojî, “Saman Nebî Girosî” yê xelkê bajarê Kengawer û rûniştiyê Kerecê, li girtîgeha Navenda Kerecê hat îdamkirin.

Pêka gotin çavkaniya haydar, Saman Nebî Girosî temen 30 salî, pêştir bi tohmeta kirîn û firotina madeyên hişber hatibû binçavkirin û ji aliyê dadgeha Yasayî ya hikûmetê ve cezayê îdamê bi ser de hatibû sepandin.

Her di vê pêwendiyê de, roja Yekşemî 2`ê Rêbendanê, cezayê îdamkirina girtiyekî din yê bi navê “Sabîna Îsmaîlzade” û temen 30 salî û kurê Xalid û xelkê bajarê Mihabadê li girtîgeha Navendî ya Kerecê hatiye îdamkirin.