Mamosteyek olî piştî xwandina daxuyaniya mamosteyan li bajarê Pîranşarê hat binçabkirin

13:32 - 24 Kanûna Paşîn 2023

Roja Duşemî 3ê Rêbendanê mela “Şerîf Mehmûdpûr” pêşnimêjê mizgevta “Resûlilah” ya bajaroka “Peswê” ya girêdayî bajarê “Pîranşar”ê ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve hat binçavkirin û bo cihek nexuya hat veguhastin.

Ew melayê Kurd piştî xwandina deqa daxuyaniya mamosteyên Olî yên bajarê “Pîranşar” û derdorên wî bajarî li derheq binçavkirina serberedayî, îşkence û lêdana girtiyan û sepandina cezayên kêyferî bi ser wan de bi bê hebûna belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê û herwisa bêrêzî kirin bi welatiyan di dema binçavkirinê de hatiye binçavkirin.

Roja 2ê Rêbendanê mamosteyên Olî yên bajarê “Pîranşar” û derdorên wî bajarî bi belavkirina daxuyaniyekê daxwaza azadkirina girtiyan û sekinandina cezayên giran bi ser welatiyan de kirin.