Pîranşar; Mamoste Yûnis Noxwah û mamoste Seyîd Silêman Ehmedî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatin binçavkirin

13:31 - 24 Kanûna Paşîn 2023

Sibêdeha roja Sêşemî 4ê Rêbendanê, “mamoste Yûnis Noxwah û mamoste Seyîd Silêman Ehmedî” ji mamosteyên xwendêngeha Olî ya “Selahedîn Eyûbî” ya bajarê Pîranşarê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatin binçavkirin û bo cihê nexuya hatin veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, ew her du mamoste di rêya Peswê-Pîranşarê de bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.

Roja Duşemî 26ê Befranbarê, mamosta “Yûnis Noxwah” ji aliyê taya 6 a dadgeha taybet a Olî ya Tewrêzê bi dadweriya “Elîesxer Huşyar” ve, bi girtîgeh û bêparkirina hertimî ji kincên mamostatiya Olî hatibû cezadan.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji qeder û cihê ragirtina wan her du mamosteyên Olî ti zaniyariyek ji ber dest nîne.

Her di vê derheqê de şeva Duşemî 3ê Rêbendanê, Mamoste “Şerîf Mehmûdpûr” pêşnimêjê mizgevta “Rasûlilah” a bajaroka “Peswê” ya girêdayî bajarê Pîranşarê û mamoste “Seyîd Cemaledîn Wajî” yê kurê “Hacî mamoste Seyîd Nûredîn Wajî” ku ji kesayetiyên Olî yê mesebê sunî li Kurdistanê ye, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin û bo cihên nexuya hatine veguhastin.