Pîranşar; Mamoste Seyîd “Cemaledîn Wajî” ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin

13:30 - 24 Kanûna Paşîn 2023

Şeva Duşemî 3`ê Rêbendanê, Mamoste “Seyîd Cemaledîn Wajî” kurê, Hacî Mamoste “Seyîd Nûredîn Wajî” Kesayetiyên Olî yê mesebê sunî li Kurdistanê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin û bo cihek nexuya hat veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî bê hebûna ti belgeyek yasayî êrîş kirine ser mala pêşnimêjê bajaroka Peswê mamoste “Seyîd Cemaledîn Wajî” û navbirî binçav kirine

Herwisa vê çavkaniyê gotiye: “Hêzên ewlehî di dema binçavkirinê de bêrêzî bi wî mosteyê Kurd kirine”.

“Seyîd Cemaledîn Wajî” yê temen 39 salî xêzandar û xwediyê 2 zarokan e.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binşavkirin û tohmetên sepandî bi ser mamoste “Seyîd Cemaledîn Wajî”, ti zaniyariyek ji ber dest nîne.