Li Seqizê mamosteyekî Olî bo dadgeha teybet ya rûhaniyet ya Hemedanê hat gazîkirin

11:25 - 23 Kanûna Paşîn 2023

Roja Yekşemî 2`ê Rêbendana 1401`ana Rojî (22`ê Kanûna Paşîna 2023`an), mamoste Sabir Xudamuradî, pêşnmêjê Înê yê şehreka Qewex a bajarê Seqizê bo dadgeha taybet ya rûhaniyet a Hemedanê hat gazîkirin.

Di heyama du mehên derbasbûyî de, ew mamosteyê Olî yê Kurd ji bo cara duyem e ku ji aliyê dadgeha taybet a rûhaniyeta bajarê Hemedanê ve tê gazîkirin.

Herwisa pêka gotina çavkaniyek agehdar, sedema gazîkirina wî mamosteyê Olî yê Kurd piştevanîkirin ji xwenîşandanên xelkê bûye.

Biryar bû civîna dadgeha mamoste Sabir Xudamuradî li rêkevta 13`ê Sermaweza îsal li dadgeha taybeya rûhaniyet a bajarê Hemedanê de bê lidarxistin, lê hatibû hilweşandin.