Qedera du welatiyên xelkê bajarê Bokanê nerohn e

11:13 - 23 Kanûna Paşîn 2023

Du Welatiyên xelkê bajarê Bokanê yên bi navê “Elî Gulmihemedî û Welî Gulmihemedî” ku ji aliyê hêzên ewlehî yên hikûmetê ve hatine binçavkirin, qedera wan nerohn e.

Pêka gotina çavkaniya haydar, tevî derbasbûna heftiyek ji binçavkirina “Elî Gulmihemedî û Welî Gulmihemedî” û lipeykevtina malbata wan, heta niha ti zaniyariyek ji qeder û cihê ragirtina wan du birayên xelkê bajarê Bokanê li ber dest nîne.

Herwisa vê çavkanyia haydar zêde kiriye ku, yek ji wan birayan ê bi navê “Elî Gulmihemedî” nexweşiya dil û şekerê heye û “Welî Gulmihemedî” jî nexwşiya “Asm”ê heye û rohn nebûna qedera wan du birayan malbata wan xistiye nigeraniyê.

Ew du birayên xelkê bajarê Bokanê bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî yên hikûmetê ve hatine binçavkirin û heta niha sedema binçavkirin û cihê ragirtina wan welatiyan nehatiye zanîn.