Serdeşt; Mamosteyek olî yê Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin

11:12 - 20 Kanûna Paşîn 2023

Roja Pêncşemî 29ê Befranbara 1401an a Rojî, mamoste Hesen Kohî, pêşnimêjê Înê yê mizgevta Bazar Şehr a Mîravaya Serdeştê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin.

Ew mamosteyê olî yê Kurd bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye girtin û bo cihek nexuya hatiye veguhastin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek derheq cihê ragirtin û tohmetên ku bi ser navbirî de hatine sepandin ber dest nînin.

Her di vê pêwendiyê de, êvareya roja Yekşemî 25ê Befranbarê, Hesen Fethî Xezirlekî, pêşnimêjê gundê Qaziliyan yê ser Bokanê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin.