Kolberekî Kurd yê temen 15 salî li sînorê Bane canê xwe ji dest da

16:31 - 19 Kanûna Paşîn 2023

Sipêdeya roja Pêncşemî 29`ê Befranbara 1401`ana Rojî(19`ê Kanûna Paşîna 2023`an), kolberê Kurd yê bi navê “Hîviya Êxtiyar_Eldînî” kurê Mihemed û Gulale û ji dayîkbûyê 1386`a û xelkê bajarê Bane, bi sedema sir û seqemê li sînorê “Hengejale”ya wî bajarî canê xwe ji dest da.

Wî kolberê Kurd bi sedema tariya şevê rêya xwe wunda kirbû û ji kolberên din cuda bibû û bi sedema sirr û seqema dijwar di dema kolberiyê de canê xwe ji dest daye.

Herwisa pêka amarên hatinî pejrandin yên di navenda amarî ya Mafê Mirov ya Kurdpayê de, ji sala 2012`an heta sala 2022`an, li ser hev 1849 kolber li ser sînorên bajarên Rojhilatê Kurdistanê hatine birîndkirin û kuştin.