Rêjeya welatiyên binçavkirî li bajarê Pîranşarê bûn 10 kes

11:30 - 19 Kanûna Paşîn 2023

Di berdewamiya binçavkirina welatiyan li bajarên Rojhilatê Kurdistanê de roja Çarşemî 28ê Befranbarê 4 welatiyên din yên weke: “Wefa Resûlîazer, Mubîn Husêynizade, Ferxedîn Omîdfer û Qadir Omîdfer” ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve hatin binçavkirin.

Ji aliyek din ve her di vê rojê de wate roja Çarşemî 28ê Befranbarê 6 welatiyên din her li wî bajarî de yên bi navên: “Teha Resûliyan, Ehmed Ebdullapûr û Şaho Ebdullapûr, Sîna Deşmîr, Qadir Mihemedpûr û Mohsin Qadirî ” ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.

Heta dema belavkirina vê nûçeyê ti zanyariyek ser rast derheq tohmetên sepandî û cihê mana wan 10 welatiyên xelkê bajarê “Pîranşar”ê ji ber best nîne.