Mamostayek zimanê Kurdî li bajarê Sinê hat binçavkirin

16:53 - 18 Kanûna Paşîn 2023

Îro Çarşemî 28ê Befranbarê “Soma Pûrmihemedî” Mamostaya zimanê Kurdî û endama birêveberiya Encûmena Çandî- Civakî ya “Nûjîn”ê, ji aliyê hêzên ewlehî yên hikûmetê ve hat binçavkirin.

“Soma Mihemedîpûr” di dema lipeyketin dosyeya hevjînê xwe “Êdirîs Mênberî” li dadgeha “Şoreş” a bajarê “Sinê” hatiye binçavkirin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyî ti zanyariyek serast li derheq qedera wê ji ber dest nine.