Sê welatiyên xelkê bajarê Pîranşarê hatin binçavkirin

16:11 - 18 Kanûna Paşîn 2023

Sê welatiyên xelkê bajarê Pîranşarê yên bi navên “Teha Resûliyan, Ehmed Ebdullapûr û Şaho Ebdullapûr” ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.

Roja Çarşemî 28ê Befranbarê çalakvanê medenî Teha Resûliyan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihek nexuya hat veguhastin.

Herwisa du welatiyên din ên bi navên “Ehmed Ebdullahpûr û kurê wî yê bi navê Şaho Abdullapûr” ji aliyê hêzên serkutker ên ewlehî yên hikûmetê ve hatin binçavkirin û bo cihek nexya hatine veguhastin.