Li Mihabadê hêzên serkutker 5 welatiyên Kurd binçavkirin

12:10 - 17 Kanûna Paşîn 2023

Roja Duşemî 26`ê Befranbara 1401`ana Rojî(16`ê Kanûna Paşîna 2023`an), 4 welatiyên Kurd yên bi navên “Celal Elewî, Mes`ûd  Serb, Cemal Elewî û Keyvan Qasimzade”, yên xelkê gundê Kosekerêz a ser bi bajarê Mihabadê ji aliyê hêzên serkutker ve hatin binçavkirin.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, hêzên ewlehî yên rejîmê êrîşkirine ser avahiyên wan 4 welatiyên Kurd û bi bê hebûna belgeyên dadweriyê ew binçavkirine.

Çavkaniya agehdar daye zanîn ku dubare bajarê li Mihabadê, roja Yekşemî 25`ê Berfranbara 1401`an a Rojî, di berdewamiya binçavkirinên bikom a welatiyên Kurd de, ji aliyê hêzên serkutkar ve, Resûl Behmenî yê xelkê gundê Xorxore ya ser bi wî bajarî jî hatiye binçavkirin.

Herwisa çavkaniya agehdar zêde jî kiriye ku, hêzên serkut piştî binçavkirina wan 5 welatiyên Kurd, ew bo cihgeke nexuya veguhastine.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq sedem û tohmetên dijî wan 5 welatiyan ti zanyariyek ber dest nine.