Mamosteyek olî yê xelkê Sinê bo dadgehê hate gazîkirin

10:19 - 17 Kanûna Paşîn 2023

Roja Duşemî 26ê Befranbarê, mamoste “Madih Keremî”, pêşnimêjê gundê “Hûye” yê ser bi Sinê bo dadgeha bajarê “Şûwêşe”yê hate gazîkirin.

Li gor çavkaniyek agehdar, karbidestên dadwerî ji wî mamosteyê Kurd re ragihandine, ku dosyaya wî bi tohmeta “propagendakirin li dijî hikûmet û piştevanîkirina ji xwenîşandanan”, “têkdana nezma giştî” û “handana bîrûraya giştî” bo dadgeha taybet a mamosteyên olî ya bajarê Hemdanê hatiye şandin.

Wê çavkaniyê daye zanîn: “Mamoste Madih Keremî di heyama rojên bê de, ji bo dadgehîkirin dê bo dadgeha taybet a mamosteyan a Hemedanê bê gazîkirin.

Her di vê derheqê de, şeva Yekşemî 25ê Befranbara 1401an a Rojî, mamosta Hesen Fethî Xizirlekî, pêşnimêjê gundê “Qaziliyan” yê ser bi bajarê Bokanê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin.