Siyaweş Heyatî bo îdareya Îtila`at a bajarê kirmaşanê hat veguhastin

13:34 - 3 Kanûna Paşîn 2023

Roja Pêncşemî 8`ê Befranbarê, Berdevkê Kora Şêwirmendiya Medenî ya Yarsanan û Sekreterê Enya Yekgîtiya Kurd “Siyaweş Heyatî”, ji girtîgeha “Dîzilava” ya bajarê Kirmaşanê bo îdareya Îtila`at a wî bajarî hat veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, heta niha hêzên ewlehî ji azadkirina demkî ya bi danîna barimteyê ya “Siyaweş Heyatî” rêgirî kirine.

Roja 9`ê Sermawezê, “Siyaweş Heyatî” û hevalên wî ku bo hevdîtin digel hejmarek ji binçavkiriyên azadkirî di rêûresma 27`ê Xezelwerê de ji bajarê “Kirmaşan”ê seredana bajarê “Sehne”yê kiribûn, di dema zivirîn bo bajarê “Kirmaşan”ê li xala lêkolîn a “Bêstûn”ê, bi bê hebûna belgeyên yasayî hatibûn azardan, îşkencekirin û hatibûn binçavkirin.

Herwisa “Siyaweş Heyatî” roja Înê 1`ê Rezberê li gundê “Wirgime”yê girêdayî bajarê “Dalaho”yê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û piştre dest avêtibû gireva birçîbûnê.

“Siyaweş Heyatî” roja Duşemî 4`ê Rezberê, ji îdareya Îtila`at a bajarê “Kirmaşan”ê bo girtîgeha “Dîzilava” ya wî bajarî hatibû veguhastin û roja Sêşemî 16`ê Rezberê bi danîna barimteyê hatibû azadkirin.

Piştre Berdevkê Kora Şêwirmendiya Medenî ya Yarsanan ji aliyê taya 5 a dadgeha Şoreş a Kirmaşanê ya cihgîr li bajarê “Şabad”ê, bi tohmeta “propaganda li dijî nizam bi rêya hevpeyvîn digel ragihandinên dijî hikûmetê û handana malbatên kuştiyan yên xwenîşandanên vê dawiyê û bi zalim nasandina nizama Komara Îslamiya Îranê” pêka madeya 500 a yasaya cezakirina Îslamê, salek girtîgeh li ser sepandibûn.

Yekek din ji tohmetên sepandî ser “Siyaweş Heyatî” handana xelkê bo kuştin û şer bi armanca alozkirina ewlehiya Îranê” bû ku dadgehê bi sedema nebûna belge bo sepandina vê tohmetê, pêka esla 37 a yasaya bineretî û madeya 4 a yasaya ayîna dadweriyê cezakirinê, “Siyaweş Heyatî” wek bêtawan nas kir.