Li Bokanê 5`ê welatiyên Kurd hatin binçavkirin

17:10 - 16 Kanûna Paşîn 2023

Roja Yekşemî 25`ê Befranbara 1401`an(15`ê Kanûna Paşîn a 2023`an), 5`ê welatiyên Kud yên bi navên “Elî Gulmihemedî, Velî Gulmihemedî, Mes`ûd Darsenc, Tûfîq Resûlî û Saman Mengur” yên xelkê bajarê Bokanê, ji aliyê hêzên serkutkar yên hikûmetê ve hatine binçavkirin û bo cihek nexuya veguhastine.

Herwisa çavkaniya agehdar daye zanînk ku, ew 5`ê welatiyên Kurd bi bê hebûna belgeyên dadweriyê hatine binçavkirin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê li derheq binçavkirin û tohmetên dijî wan 5`ê welatiyên Kurd ti zanyariyek ber dest nine.