Mamosteyek olî yê Bokanê hate binçavkirin
16:45 - 16 Kanûna Paşîn 2023
Şeva Yekşemî 25ê Befranbara 1401an a Rojî, mamosta Hesen Fethî Xizirlekî, pêşnimêjê gundê “Qaziliyan” yê ser bi bajarê Bokanê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin.
Hêzên ewlehî bi bê hebûna belgên yasayî ew mamosteyê olî binçav kirine û bo cihek nexuya veguhastine.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê ti zaniyariyek derheq tohmet û cihê ragirtina navbirî berdest nînin.