Çar welatiyên Kurd bo bajarê Îranşehir ya parêzgeha Sîstan û Belûçistanê hatin dûrxistin

11:58 - 15 Kanûna Paşîn 2023

Roja Înê 23ê Befranbarê 4 welatiyên Kurd yên bi navên “Mensûr Şarban” “Hejar Ebasî” “Hîwa Qurbanî Eqdem” û “Mihemed Eliyasî” yên xelkê bajarê “Bokan”ê bo bajarê “Îranşehir”ê yê girêdayî bajarê Sîstan û Belûçistanê hatin dûr xistin.

Roja Yekşemî 19ê Befranbarê, ew 4 welatiyên Kurd ji aliyê taya 1 a dadgeha Şoreş ya bajarê “Mihabad”ê bo bajarê “Îranşehr”ê hatine dûrxistin.

Pêka dadnameyên dadgehê “Mensûr Şarban û Hejar Ebasî” bo heyama 5 salan hatine dûrxistin û “Hîwa Qurbanî û Mihemed Eliyasî” bi 3ê salan dûr xistinê hatine cezadan.

Ew 4 welatiyên Kurd, sala 1398`an ji girtîgeha bajarê “Mihabad”ê bo girtîgeha bajarê “Bokan”ê hatibûn veguhastin.

Herwisa ew 4 welatiyên Kurd bi tohmeta hevkarî kirin digel opozîsyonên hikûmeta Îranê ji aliyê hêzên rejîmê ve li sala 1398an ve hatine binçavkirin.