Mehsa Ferhadî bi du sal girtîgehê hate cezadan
Di rojên derbasbûyî de “Mehsa Ferhadî” temen 22 salî û xelka bajarê “Sinê” û rûniştiya bajarê “Tehran”ê ji aliyê taya 2 a dadgeha Şoreşa Şehriyarê bi serokatiya Dadwer “Behram Penahî” bi tohmeta “Têkdana ewlehiya netewî” bi 2 sal girtîgehê hat cezakirin.
Pêka çavkaniyek agehdar “Mehsa Ferhadî” li derheq cezayê ku bi ser de hatiye sepandin nerizayetî nîşan daye û biriyare ku dosyeya wê bo dadgeha pêdaçûnê bê şandin.
“Mehsa Ferhadî” li cihê karkirina xwe de bi sedema nebûna hicab û xavikê bi tundûtîjî ji aliyê hêzên hikûmetê ve li rêkevta 4ê Xezelwerê hatibû binçavkirin.
Malbata wê piştî heyamekê bo agehbûn ji qedera keça xwe seredana navendên pêwendîdar kirin di dawiyê de agehdarbûn ku keça wan piştî binçavkirinê bo girtîgeha “Qerçek” a “Weramîn”ê hatiye veguhastin.
Herwisa hatiye ragihandin ku, biriyar bû “Mehsa Ferhadî” bi danîna barimteya 200 miliyon Tunemî piştî 30 rojan binçavkirinê bi awayeke demkî bê azad kirin, lê, tevî dabînkirina barimteyê ji aliyê malbata wê ve digel azadkirina wê dijayetî hatiye kirin.