Serhildana seranserî; Ji bo 7 xwenîşanderên Kurd 64 sal û 9 meh cezayê girtîgehê hate sepandin

11:28 - 14 Kanûna Paşîn 2023

Heft girtiyên Kurd yên xelkê Pîranşehrê, ji aliyê taya 102 a Dadgeha Keyferiya du ya Pîranşehrê ve, 64 sal girtîgeh bi ser wan de hate sepandin.

Nasnameya wan girtiyan wiha ye: Îsmaîl Tecela yê 22 salî û kurê Mihemed, Elî Bexşewî yê 38 salî û kurê Resûl, Hîwa Mehûdî yê 32 salî û kurdê Ebdullah, Aram Xalidîneseb yê 23 salî û kurê Celal, Elîrizamihemedî Erşed yê 22 salî û kurdê Îbrahîm, Îhsan Gulabî yê 20 salî û kurê Xalid û herwisa Mihemed naskirî bi Diyako Îbrahîmî yê 29 salî û kurê Ezîz yên xelkê gundê “Peswê” yê ser bi Pîranşehrê.”

Tohmetên ku bi ser wan de hatine sepandin wiha ne: “Endamê yek ji Hizbên Kurdî yên opozîsiyona hikûmeta Îranê, kombûn û nearamî li dijî ewlehiya netewî ya welat, piropagende li dijî nizamê li gor berjwendiya girûpên dijberê hikûmeta Îranê û fîlmhilgirtina binkeyên dewletî.”

Ew heft xwenîşanderane rêkevta 5ê Rezbera 1401an a Rojî, di nav xwenîşandana xelkê Pîranşehrê de ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine biçavkirin.

Ew heft kesane piştî lêkolînê bo girtîgeha Nexedê hatibûne veguhastun û rêkevta 8ê Xezelwerê bi danîna barimteyê bi şêweyekî demkî hatibûne berdan.