Girtiyek xelkê Banê li girtîgeha Erakê hate bidarvekirin

10:34 - 12 Kanûna Paşîn 2023

Sibêdeha îro roja Pêncşemî 22ê Befranbara 1401an a Rojî, cezayê bidarvekirina girtiyek Kurd yê bi navê “Keyvan Emînî Tevekulî” yê 42 sal û kurê Mihemedemîn û xelkê Bane di girtîgeha Erakê de bi rê ve çû.

Ev girtiye di heyama rojên derbasbûyî bo birêvebirina cezayê bidarvekirinê bo odeya takekesî hatibû veguhastin.

Keyvan Emînî 4ê Xezelwera 1399an a Rojî, bi tohmeta “madên hişber” hatibû girtin û her bi vê tohmetê ji aliyê taya yek ya dadgeha Înqilab a Erakê ve bi îdamê hatibû cezadan.

Navbirî xîzandar û xwediyê zarokekê ye.