Sê welatiyên Kurd di girtîgeha Dîzilabada Kirmaşanê de qedera wan nexuya ye

10:29 - 12 Kanûna Paşîn 2023

Sê welatiyên Kurd yên bi navên “Mihemed Weledbêygî, kurê Nê`imet, Ariyan Rizayî yê kurê Celîl û Hêja Silêmanî yê kurê seyîd Kerîm û xelkê gundê “Nûriyaw” yê ser bi bajarê Pawê, di girtîgeha Dîzilabada bajarê Kirmaşanê de, qedera wan xuya nîne.

Li gor çavkaniyek agehdar, ev her sê ciwanên Kurd di dema binçavkirinê de ji bo wergirtina îtirafên bi zorê ji aliyê hêzên ewlehî ve rastî îşkenceya tund hatine.

Ew sê welatiyane di dema binçavkirinê de ji destpêragihîştin bi parêzer û hevdîtin digel malbatên xwe bêpar bûne.

Heta niha malbata wan sê welatiyan çend caran ji bo qedera kurên xwe serdana binkeyên ewlehî kirine, lê ti bersivek rohn ji wan re nehatiye dan.

Roja Yekşemî 10ê Befranbarê, ew sê welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin û bo girtîgeha Kirmaşanê hatine veguhastin.