Girtiyek xelkê Kotolê bi 10 sal girtîgehê hate cezadan

16:13 - 11 Kanûna Paşîn 2023

Tohîd (Luqman) Derwîş yê xelkê gundê “Girnavîk” yê ser bi devera Kotol ya bajarê Xoyê,  ji aliyê taya yek a dadgeha Şoreş a bajarê Tewrêzê ve, cezayê 10 sal girtîgeh, 5 sal dûrxistin bo girtîgeha Ehwazê û dana 5 milyard Tumen cerîme bi ser de hate sepandin.

Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê di vê derheqê de belav kiriye, di heyama rojên derbasbûyî de, ew ceza ji Tohîd Derwîş re hatiye ragihandin û navbirî jî roja Yekşemî 18ê Befranbarê di pêwendiyek telefonî digel malbata xwe de, ev yeka pejrandibû.

Heyamek berî niha, Mesûd Şemsinejad parêzerê Tohîd, bona berevanîkirin ji navbirî ji aliyê taya yek ya dadgeha Şoreş a giştî ya bajarê Tewrêzê ve rêgirî jê hatibû kirin.

Herwisa rêkevta 7ê Rezberê, di meşa xwenîşandanên seranserî yên Kurdistan û Îranê, Tohîd ji aliyê hêzên serkutkar yên rejîmê ve li bajarê Tewrêzê hatibû binçavkirin û ji aliyê dozgeriya giştî û Şoreşa rejîmê ve, tohmeta “miharibe” bi ser de hatibû sepandin.

Ew welatiyê Kurd di heyama binçavkirinê de ji mafê destpêragihîştin bi parêzer û hevdîtin digel malbata xwe hatibû bê parkirin.

Tohîd Derwîş 27 salî û bavê du zarokan e.