Tewrêz: Cezayê 10 sal girtîgeh û 5 milyard Tumen bi ser Tohîd Derwîş de hat sepandin

10:17 - 11 Kanûna Paşîn 2023

Tohîd (Luqman) Derwîş yê xelkê gundê “Girnavîk” yê ser bi devera Kotol yê ser bi bajarê Xoyê,  ji aliyê taya yek a dadgeha Şoreş a bajarê Tewrêzê, cezayê 10 sal girtîgeh, 5 sal dûrxistin bo girtîgeha Ehwazê û dana 5 milyard Tumen xisarê bi bankê bi ser wî de hat sepandin.

Pêka gotina çavkaniyek ageghdar, di heyama rojên derbasbûyî de, ew ceza ji Tohîd Derwîş re hatiye ragihandin û navbirî jî roja Yekşemî 18`ê Befranbarê di pêwendîgirtin digel malbata xwe ev yek pejrandibû.

Heyamek berî niha, Mes`ûd Şemsinejad parêzerê Tohîd, bona berevanîkirin ji wî ji aliyê taya yek ya dadgeha Şoreş a giştî ya bajarê Tewrêzê rêgirî jê hatibû kirin.

Herwisa li rêkefta 7`ê Rezberê, di meşa xwenîşandanên seranserî yên Kurdistan û Îranê, Tohîd ji aliyê hêzên serkutkar ve li bajarê Tewrêzê hatibû binçavkirin û ji aliyê dozgeriya giştî  û Şoreşê ya bajarê Tewrêzê ve, tohmeta şer li dijî Xwedê bi ser de hatibû sepandin.

Ew welatiyê Kurd di heyama binçavkirinê de ji mafê destpêragihîştin bi parêzer û hevdîtin digel malbata xwe hatibû bê parkirin.

Tohîd Derwîş 27 salî ye û bavê du zarokan e, û ajotvanê Êsnapê ye. Malbata Derwîş piştî erdheja Reşema sala 1398`an û ji dest dana avahiya xwe, bi neçarî dev ji gundê xwe berdane û li bajarê Xoyê rûniştîne.