Kurdpa: Di berdewamiya serhildana seranserî de 121 welatiyên Kurd canê xwe ji dest dane

19:05 - 1 Kanûna Paşîn 2023

Pêka lêkolîn û zaniyariyên gihîştinî bi Kurpayê, ji dema destpêkirina serhildana seranserî li dijî Komara Îslamiya Îranê û piştî kuştina hikûmetî ya “Jîna Emînî”yê û doma serhildana seranserî, di heyama 106 rojên derbasbûyî de bi tenê li Rojhilatê Kurdistanê, 121 kes ji aliyê hêzên serkutker ên Komara Îslamiya Îranê ve hatine kuştin.

Ew amare, amara heta 11ê Befranbarê li xwe digire ku ji aliyê “Kurdpa”yê ve hatiye komkirin. Di vê derheqê de çendîn zaniyarî bi “Kurdpa”yê re gîhîştine ku lipeyketin û lêkolîn ji serastbûna û rastiya wan li ji aliyê Kurdpayê ve didome.

Pêka wan amaran:

Di hema 106 rojan 121 kesan canê xwe ji dest dane

12 kes ji wan canjidestdayiyan, temenê wan kêmtir ji 18 salan bûye

5 kes ji wan canjidestdayiyan, jin bûne

Di vê amarê de, “Nesrîn Qadirî, Sarîna Sa`idî, Hemîd Gulî, Omîd Husênî, Saman Rehmanî û Elîriza Kerîmî” bi sedema lêdana batoman ji aliyê hêzên serkutker ve canê xwe ji dest dane.

“Ramîn fatihî, Îsmaîl Dizwar, Hêmin Aman, Şadiman Ehmedî, Mihemed Hacî Resûlpûr û Şehriyar Adilî” piştî binçavkirinê di cihên nexuya de bi sedema îşkenceyan canê xwe ji dest dane, gotinî ye ku “Nesrîn Qadirî û Mihemed Lutfullahî” di dema binçavkirinê de hatine kuştin.

Piraniya wan welatiyan bi gulleyên şer hatine kuştin; Hatiye zanîn ku “Komar Derwîşî, Mo`imin Zendkerîmî û Rêbaz Salihîwend” jî bi gulleyên saçmeyî hatine kuştin.

30`ê xermananê, bi 14 canjidestdayan, rojên 4 û 5`ê Xezelwerê bi 12 canjidestdan û 24 û 30`ê Xezelwerê bi 44 canjidestdanan, ji wan rojane ne ku zêdetirîn rêjeya qetla hikûmetî tê de qewimîne.

Amara canjidestdayan li parêzgehên Kurdistanê:

Parêzgeha Sine: 40 kes (Sine 19, Dîwandere 5, Dêwlan 3, Seqiz 5, Kamêran 3, Merîwan 2 û Bane 3)

Parêzgeha Urmiye: 49 kes(Urmiye 4, Pîranşar 7, Şino 4, Bokan 18, Mihabad 14, Serdeşt 1 û Tîkab 1)

Parêzgeha Kirmaşan: 29 kes(Ciwanro 8, Kirmaşan 6, Qesra Şîrîn 3, Şabad 3, Selasa Bawecanî 1, Giyelan 1, Serpila Zehaw 1, Kengawer 2, Sehne 1 û 3 welatiyên xelkê Sunqurê li Kerec, Qerçek û Qezwîn)ê canê xwe ji dest dane

Parêzgeha Îlam: 1 kes

Xurasan: 1 kes(Qûçan)

Welatiyekî xelkê Başûrê Kurdistanê jî di rêûresma bi axsipartina yek ji canjidestdayiyên bajarê Baneyê de bi destê hêzên serkutker ên hikûmetê, canê xwe ji dest da.