Ciwanro: Borhan Elyasî ji aliyê hêzên serkutker ve hat qetilkirin

17:33 - 31 Kanûna pêşîn 2022

Îro Şemî 10`ê Befranbarê, xwenîşanderek bi navê “Burhan Elyasî” kurê Yasîn, di xwenîşandanên bajarê Ciwanroyê de, ji ber gulebarana hêzên serkutker jiyana xwe ji dest da.

Herwisa zêdey ji 10 xwenîşanderan ku zarokek jî di nav wan de ye, di xwenîşandanên Ciwanroyê de, bi sedema gullebarana hêzên tepeserker, birîndar bûne û nexweşxaneya vî bajarî pêwîstî bi xwînê heye.

Îro Şemî 10’ê Befranbarê, hevdem digel çileya mirina 7 kesan ji xwenîşandanên Ciwanroyê, hêzên serkutker goristana bajêr dorpêç kirin û rê li lidarxistina çileya wan can ji dest dayan girtin.

Hêzên tepeserker bi teqeya  gule û gaza rondikrêj bi xwenîşanderan re ketine pevçûnê û xwenîşanderan siloganên nerazîbûnê yên wek “Bimre dîktator” û “Bimre Xamineyî” dan.

Piştî rêgirtin li lidarxistina çileya merasima 7 qurbaniyên Ciwanroyê, xwenîşander daketin kolanan û hêzên tepeserker bi guleyan şerî êrîşî ser xwenîşanderan kirin.

Heta dema belav bûna vê nûçeyê, kolanên Ciwanroyê meydana xwenîşandanên mezin û pevçûnên dijwar di navbera hêzên tepeserker û xwenîşanderan de ye.

Di xwenîşandanên 29 û 30’ê Xezlwerê yên li Ciwanroyê, 7 welatiyên bi navên “Îrfan Kakaî, Behaedîn Veîsî, Cewher Fetahî, Cemal Ezemî, Tehsîn Mîrî, Îsmaîl Gul Enberî û Mes`ûd Têymûrî” ji ber gulebarana hêzên serkutker jiyana xwe ji dest dan.