Ajansa Kurdpa: Hejmarek lêkolînerên siyasî, sivîl, çandî û çalakvanên mafên mirovan, bi belavkirina nameyekî, serkeftina Kobanê pîroz kirin.
Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, di vê nameyê de 20 çalakvanên siyasî, sivîl, çandî û mafên mirovan, rizgarkirina Kobanê bi hemû kesan bi taybet yên azadîxwez û mirovdost bi mibarekî nirxandin.
hêjayê gotinê ye, nivê ji wan kesayetyiên ku ew peyam weşandibûn, Kurd in.

Beşek ji naveroka nameya ku rûnivîseke kamil a wê li pişka farsiya Ajansa Kurdpa de hatiye bi wî awayî ye: 4 meh berxwedan û xweragiriya xelkê kobanê hember mirovkujên DAÎŞ’ê, sembolek xweşik ji azadî û mirovahiyê afirandin, bêguman Kobanê helbesta xweşik a jiyan, aştî û wekhevî di nav gelan de pêkanî.





