Ajansa Kurdpa: Çalakvanekî siyasî ê kurd li Îlama rojhilatê Kurdstanê, bo îdareya zêrewanî a Îtilaata wî bajarî hat bang kirin û bi zimanet azadbû.
Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Mûsa Umîdî çalakvanê Kurd ê bajarê Îlamê, doh sibehê xwe bi îdareya Îtilaat a Îlamê da nasandin ku piştî hindik pirs hat berdan û doseya wî jî bi dozgeriyê re şandin.
Mûsa Umîdî, endamê şewra birêveberiya Eniyas Yekgirtî a Kurd, di lêkolînekî de, ajansa Kurdpare got: Derbareya xwenîşandanê beriya niha bi çend mehan a parka Kûdek (zarok) a Îlamê, (li ser destek kirina berxwedana Kobanê û ron kirin wan meseleyan bo medyayan), herwiha derheq behsa pirsa neteweyî û yekgitina “Fecbook”î a Kurd, ez bo navena ewlekarî a hikûmetê li Îlamê hatim bang kirin û bersina wan pirsan ji min xwestin.
Wî çalakvanê siyasî, îşare bi vê yekê jî kir ku memûrên îdareye zêrewaniya Îtilaatê, tevahiya nivîsînê “Fecbookî” ê min derxistibûn û ji royê wan nivîsîna, ez bi veqetandina (geln ji hev) tometbar kirim.
Navborî qala vê yekê jî kir ku di bersiva memûrên wê Îdarê de min ragihan: “Em wek Eniya Yekgirtî a Kurd, li çarçove ya yasaya hikûmeta Îslamiya Îranê de hengaw hildigrin û daxwaza mafên gelan dikin, lê ligel wê yekê ku min berevaniya xwe jî kir, doseyek bo min hat vekirin û ez bi zemaneta wezîfedarekî hatim azad kirin.

Wî çalakvanê siyasî di dirêjeya axaftina xwe de amaje bi vê hindê jî kir ku ji endamên Eniya Yekgirtî a Kurd, tenê ez bo îdareya Îtilaatê hatim vexwendin û bi min re gotin: Di demekê de ku muhlet bi we nehatiye dayîn, ji ber çi hûn çalakiyan birê ve dibin.
Bi gotina wî endamê birêveberiya Eniya Yekgirtî a Kurd, heya niha jî belgenameyên vergitina muhletê cem wan mane û wezarete Hundirin ji Eniya Yekgirtî, wek partiyeke yasayî nas dike.
Çalakvanê siyasî ê navborî, di bersiva wê pirsê de ku gelo!dema we behsa mafên neteweyan cem hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îslamiya Îranê kir, bersiva wan çi bû? Got: “memûr(hêzên ewlekar)ên wê navendê, kêmasiyên deverê û nebûna pêdiviyên jiyanê li Îlamê pejirandin,lê gotin ku nabe hûn qala pirsa “Nasyonalîsm”(hez kirina yekgirtî a Kurd) bikin.
Mûsa Umîdî di heyamê 5 mehên borî de, doh bo cara 3’em bi Navenda ewlekarî a Îlamê, hat vexwendin û piştî pirs û bersivan, doseya wî radestî dozgeriyê hat kirin.
Umîdî di dawiya axaftina xwe di îşare bi vê yekê jî kir ku di pêşerojê de kar û çalakiyên wî yê bin çavdêriya hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îranê de bin û divê ew hêwiya hukmê dozgeriyê bimîne.
Îtilaat: Navendeke ewlekarî û Îstixbarat a taybet bi Hikûmeta Îslamiya Îranê ye ku piştî Şorişa gelên Îranê, bi destûra Xomênî serî hilda. Di dema paşayetiya Îranê de, ew naven bi “Sawak”dihat naskirin.





