Ajansa Kurdpa: Hikûmeta navendî a Îraqa Federal lihevkirina demkî a ser Bûdce û petrolê ligel Herêma Kurdistanê, pejirand.
Li gorî ajansa nûçegihaniya Kurdpa, berya niha bi çend demijmêran kabîneya Heyder Êbadî civînek pêk anî û rêkeftina Herêma Kurdistanê û Bexdayê erê kir.
Di wê lihevkirina ku di dîdareke 4 rojane de pêkhatiye, divê Herêma Kudistanê rojane dahata firotina rojane 250 hezar bermîl petrola xav bide Bexdayê.
Medyayên Herêma Kurdistanê ragihandin: Hinartina 300 hezar bermîl petrola parêzgeha Kerkûkê ji riya boriyên xaka Kurdistanê bo tirkiyê ê bê veguhastin.
Malpera Xendan ku nûçeyên Herêma Kurdistanê organîze dike, ragihan: Di hemberî dahata petrolê de, Bexda ê budceya herêma Kurdistanê ku %17`e yê tevî nîvê miaşê hêzên pêşmerge dabîn bike.
Nêçîrvan Barzanî di gotûbêjeke rojnamevanî de ragihand: Dewleta navendî a Îraqê dabîn kirina yek tirîliyon û 200 milyar Dînar, bo hêzên pêşmerge pejirand.
Rêkeftina han di roja yekemîn a sala nû ya zayînî de ê bikeve qonaxa cîbicî kirinê de ku heya hingê Hikûmeta Herêma Kurdistanê rojane 150 hezar bermîl petrol hember nîv milyar Dolar ê bifiroşe kompaniyên petrola deweleta navendî.
Şêwaza derxistin û hinartina petrolê ji girîngtirîn nakokiyên navbera Îraq û Hewlêrê de tên hesibandin ku bi mehane bûdceya Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve dabîn nebûye.





