Ajansa Kurdpa: Keçeka Kurd a xelkê bajarê Merîwanê seva rewşa xirab a malbata xwe,agir berda bedena xwe.
Li gor nûçeya gihîştî bi nûçegihaniya kurdpa, êwariya roja Duşem berwar 4’ê Adara 2013’an keçek binavê “Perya Rehmetî” keça Mehmûd agir berda cesteyê xwe û seva birînên kûr jibo nexweşxaneya bajarê Sinê hat şandin.
kesek nêz ji malbata vî bi nûçegihaniya kurdpa,ê ragehand: seva pirsgirêkên malbatî ku boye sebebê cûdabûna dî û bavê vê,agir li bedena xwe berdaye.
Perya pitir ji %90 ji bedena vê şewitiye û perestarên nexweşxaneya Sinê saxlemiya vê xirab didin zanîn.





