Ajansa Kurdpa: Xelkê bajarê Mihabadê seba kêmtirxemî û xemsariya berpirsyarên Wezareta Perwerdê xwepêşandan û rêpêwanek hêmin rêkxistin.

Li gor nûçeya nûçegihaniya Kurdpa’ê, roja sêşemiyê berwar 21ê Sermawez, xelkê bajarê Mihabadê li hember xemsarî û kêmtirxemiya wezareta perwerde a Komara Îslamiya Îranê li hember canê xwendekarên xwendingeha gundê Şînawê, xwepêşandanekî hêminan li ber derîyê Îdareya Perwerde ya wî bajarî rêkxistin.

Piştî şewitîna 37 xwendekarên xwendingeha Şînawê a ser bi bajarê Piranşehrê û mirina kesekê, heya niha bi dehan Kesayetî û çelengên çandî û sivîl di nav û derveyî Kurdistanê û xwendekarên zaningehên Kurdistan û Îranê bi weşandina beyanname û sikalayan piştewanî a xwe ji xwendekarên bûyera han dane zanîn û karbidestên Îdareya Perewerde a rejîmê şermzar kirine.